Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di serê heftê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ziyaret kiribû. Piştî Erdogan, Graham ziyaretek li Minbicê jî kir û piştî ziyaretê got ku “Heye ku Tirkiyê li Sûriyê biteqine.
Li gor nûçeyeke peyamakurd, Graham wiha berdewam kir: “Divê Tirkiye zêdetir tevlî şerê Sûriyê nebe. Ku tevlî bibe, ew ê di teqnê de bimîne. Derketina Amerîkayê ya ji Sûriyê, wê ne baş bibe. Ev yek ji Tirkiyê re jî ne baş e. Ku Amerîka li herêmê bimîne, ev li feydeya Tirkiyê ye jî.”
Graham li ser YPGê jî got ku niha 20 km.yan dûrî Minbicê ne. Ev jî niha mesafeyeke baş e. Baregehên Amerîkayê li Minbicê nîn in. Tenê, yekîneyên Amerîka û Tirkiyê li Minbicê bi hev re dewriyê tavêjin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin