Gêrîlayên HPG li herêma Oremarê ya Gever a Colemêrgê çalakiyek bi bandor li dijî karwanekî leşkerî pêk anî. Navenda Ragîhandina HPG'ê diyar kir ku di encama çalakiyê de zêdeyî 20 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di 2'ê Tîrmehê saet di 00:10'an de li herêma Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, li dijî konvoyek artêşa Tirk a ber bi navenda navçeya Geverê ve diçû, li qada Geliyê Doskî çalakiyek hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gule li hemû wesayitên di konvoyê ketin. Di encamê de 2 wesayitên bi tîpa kîrpî bi temamî hatin rûxiyan, yekê jî derbên giran xwar.
Di daxuyaniyê de hate gotin, bi qasî ku hate zelalkirin, di çalakiyê de 20 leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand."
Navendê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 1 û 2'ê Tîrmehê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine û li ser mijarê ev agahî da:
1'ê Tîrmehê saet 02:00, balafirên şer bombe li qada Cîlo yê biçûk ê li herêma Zapê barandin.
2'ê Tîrmehê saet 02:00, balafirên şer Dola Şive ya li herêma Avaşînê û saet 13:00 jî girê Heqarî yê li herêma Metîna bomberdûman kirin.
Heman rojê saet 12:00, balafirên şer bombe li mintiqeya Gundikremo ya herêma Cûdî ya Şirnexê barandin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin