Di nava du rojan de li Dihukê 10 kes birîndar bûn

bûyerên tirafîkê li Kurdistanê zêde bûne
له‌ دهۆك له‌ دوو رووداودا 10 هاوڵاتی بوونه‌ قوربانی
کوردستان TV
100%

Sedema birîndarbûnê bûyerên hatûçûyê ne.

Îro li navenda bajarê Dihukê li ser cadeya serekî ya vê bajarê, bûyereke hatûçûyê li berdem zanîngeha Dihukî Amerîkî qewmî.

Li gor jêderên hatûçûyê, di encama bûyera han de sê welatî birîndar bûne û zirareke mezin jî ber du tirimbîlan ku li hev dane ketiye.

Dohê êwarê jî li ser rêya serekî ya navbera Dihuk û Hewlêrê de bûyereke din qewmî bû û di encam de 7 welatiyên din jî birîndar bibûn.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.