Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê bersiva Tirkiyeyê bidin

mecilîsa leşkerî ya Minbicê dibêje emê bersifa êrîşên tirkiyeyê bidin
کوردستان TV
100%

Piştî li hev kirina Minbicê ya Amerîkayê û Tirkiyeyê ku YPG hêzên xwe ji bajêr bikşîne, hêzên tirk li derdora bajêr dest bi dewriyeyên leşkerî kirin û tê şîrovekirin ku hezên Tirkiyeyê di pêşerojê de wê bikevin nav bajêr. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bozî ji Sputnikê re diyar kir ku eger hêzên tirk bikevin bajêr wê bersivê bidin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bozî li ser mijarê ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku naxwazin hêzên Tirkiyeyê bikevin nav bajarê Minbicê û eger bikevin bajêr wê bersivê bidin wan.

Bozî got: "Hêzên tirk dê nekevin bajêr. Nûçeyên wê hêzên Tirkiyeyê bikevin navenda Minbicê derew in. Li gorî rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyeyê, hêzên tirk li derdora Çemê Sacûrê dewriye bigerin. Hêzên koalîsyonê jî li derdora Minbicê dewriye bigerin. Me demek bere bi hêzên koalîsyonê re civîn pêk anî û ji me re sozdan ku ti kes nekeve navenda bajêr û wê bajêr biparêzin. Niha li Minbicê tiştek cuda tineye. Hêzên koalîsyonê li derdora Minbicê, hêzên tirk jî li derdora Çemê Sacûrê dewriye digerin."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.