YEê biryar daye daku 6 mehên din dema wan gemaroyan dirêj bike.
Serkirdeyên Yekîtiya Ewrûpayê li ser berfiretir kirina gemaroyên abûrî yên YEê ên li ser Rûsiyayê jiber ilhaq kirina Kirimiyayê di sala 2014an de lihev kirin.
Piştî civînê rayedarên YEê, daxuyaniyek hate weşandin û têde behsa vê yekê hatiye kirin ku di civînê de YEê behsa rewşa Kirimiya û helwesta Rûsyayê ya di vê derbarê de kiriye û biryar hatiye dayîn daku dema gemaroyên abûrî yên YEê bo ser Rûsyayê bi qasî şeş mehên din were dirêjkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin