Bolton: Ez ne bawerim şerê çekdarî derkeve

bolton dibêje li Sûriyeyê şer dernakeve
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê Dewleta Amerîkayê, John Bolton diyar kir ku pêşbinî nake ku şerê çekdarî di navbera Amerîka û Rûsyayê de li Sûriyeyê biqewime.

Li gor nûçeyeke sputnik Bolton di serdane xwe yê bo Moskowê ji çapameniya rûsî re axivî û li ser pirsa îhtîmala şerê çekdarî di navbera Amerîka û Rûsyayê li Sûriyeyê heye an ne? da û got: "Ez ne bawerim".

Bolton got: "Ji ber îhtîmaleke wiha me riya xwe guherand. Ev, ne di berjewendiyên her du welatan de ye. Li ser vê mijarê îstîşareyên cidî bi rêyên cuda pêk hatin û her du welatan jî bi zelalî eşkere kirin ku vê yekê naxwazin."

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.