Di encama vê êrîşa hovane de 130 welatî şehdî bibûn.
Weke tê zanîn beriya 31 salan di 28 Hezîrana sala 1988an de çend balefirên şer yên rejîma Besê ku bi her awayî êrîşî ser Kurdistan û Kurdistaniyan dikirin, di seat 4 û 30 deqîqeyên êwarê de êrîşî ser bajarê Serdeştê ya li Rojhilatê Kurdistanê kirin.
Ev balefirên han bi bombeyên kîmiyayî yên ku ji gaza Xerdelê pêk hatibûn, bajar bordiman kirin û di encama bordimana han de 130 welatî şehîd bûn û nêzî 8 hezar welatiyên din jî bijehrê ketin.
Hîn jî bandora ew êrîşa han li vê bajarê maye û birîndarên vê êrîşa han jî hîna bi temamî nehatine tedavîkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin