Îro Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê John Bolton serdana Rûsyayê kir û li Moskovayê li gel Serokê Rûsyeyê Bladimir Putin civiya.
Di civîna han de Putin û Bolton behsa têkiliyên navbera Amerîka û Rûsyayê kiriye û piştî civînê jî Serokê Rûsyayê diyar kiriye ku serdana Bolton dikare bibe sedema ji nûve baştir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Rûsyayê.
Li gor jêderên nûçeyan Putin û Bolton di heman civînê de behsa civîna navbera Putin û Trump kirine û bo ku ev civîna han were lidarxistin li ser amadekariyên hewce giftûgo kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin