Nêçîrvan Barzanî: Rewş ber bi başiyê ve diçe

Serokwezîr dibêje vê rewş baştir bibe
کوردستان TV
100%

Kompaniyên Misrî dikarin li Kurdistanê kar bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Misrê yê li Hewlêrê Tamer Elmilîcî kir.

Di civînê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar kirina vî weke Konsulusê Misrê li Hewlêrê pîrozbayî li Elmilîcî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgîriya tevahiya aliyên têkildar yên hikûmeta Kurdistanê jî jê re diyar kir.

Li hember de jî Elmilîcî jî kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina xwe weke Konsulusê Misrê li Hewlêrê diyar kir û hêvî xwest ku bikarêbe têkiliyên navbera her du aliyan bihêztir bike.

Di beşeke din ya civînê de bahsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Misr û Kurdistanê de hate kirin û her du alî li ser çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han nêrînên xwe diyar kirin û Nêçîrvan Barzanî di vê derbarê de got: Hêviyeke mezin heye ku rewşa ber bi başiyê ve biçe û kompaniyên Misrî jî dikarin li Kurdistanê kar û projeyên curbicur cîhbicîh bikin.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa rewşa siyasî ya îraqê, hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê kirin û Barzanî tekez kir ku Kurdistan hevkar dibe bo destpê kirina prosesa siyasî ya li Îraqê de.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.