Polîsê Hewlêrê dest danî ser hijmareke çekan

xudanên wan jî hatine girtin
کوردستان TV
100%

Polîsê Hewlêrê ragihand ku di çarçoveya hemleyeke hêzên polîs ya li dijî çekên neqanûnî û tirimbêlên bêyî tabelo de, di nava çend rojên derbasbûyî de li Hewlêrê çend operasiyon hatine pêkanîn.

Li gor daxuyaniya polîsê Hewlêrê di encama wan operasiyonan de hêzên polîs karîne dest bi ser hijmareke zêde çek ku ji çend cureyan pêk hatine bigirin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku her di heman operasiyonan de polîs karîne çend tirimbêlên ku tabelaya(pilaka) wan ne qanûnî bûye rawestînin û dest bi ser wan de jî bigire.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.