Serokwezîrê Kurdistanê li gel nunerê NY li Îraqê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê tabetî yê Sekreterê giştî yê NY bo karûbarên Îran Jan Kubiş û şandeke pê re kir.
Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraq, prosesa hilbijartinên Îraqê kirin û tekez li ser lez kirin diprosesa hijmartina dengan kir bo ku fikar û dilgiraniyên ti aliyekî li ser encamên hilbijartinan nemînin.
Di berdewamiya civînê de Barzanî û Kubiş li ser lez kirin di ava kirina hikûmeta nû bi awayekî ku tevahiya aliyan hembêz bike û xwedan bernameyeke baş be, hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin