Serok Barzanî pîrozbayî serkeftina hilbijartinên Tirkiyeyê dike.
Serok Barzanî li ser pêgeha xwe ya li Twitterê derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de peyamek weşand û têde jiber serkeftina prosesa hilbijartinên Tirkiyeyê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelkê Tirkiyeyê kir.
Serok Barzanî di twitta xwe de hêvî xwestiye ku piştî serkeftina prosesa hilbijartinan çareseriyeke nû bo pirsa Kurd li Tirkiyeyê derkeve hole.
Serok Barzanî nivîsandiye; Kêfxweşin bi serkeftina prosesa hilbijartinên Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk û aştiyane û hêvî dikin ku encamên hilbijartinan rê xweş bikin bo dîtina çareseriyeke nû bo pirsa Kurd li Tirkiyeyê bo bidest xistina aramî û aştiya zêdetir li deverê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin