HDP: Keda me û dengên me hatin dizîn

HDP vê raportek derbarê binpê kirinan di dema hilbijartinan de amade bike
کوردستان TV
100%

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser peyvajoya hilbijartina 24’ê Hezîranê bertek nîşan da.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî dan zanîn ku ewê komîsyonên xwe yên berpirs kom bikin, hilbijartin û xebatan binirxînin û raporên binpêkirinan amade bikin.

Pervîn Buldan da zanîn ku Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê ye, di ser encamên nefermî re manîpulasyon kirine û encam rastiyê raber nakin.

Buldan got: Berpirsên me, bo encam zelal bibin peyvajoyê dişopînin. Têkoşîna me ya bo eşkerekirina binpêkirinan didome.

Buldan diyar kir ku tevî ku berbijarê Serokomariyê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş di şertên ‘’ne wekhev û ne adil de’’ kempeyna xwe meşandîye, di hilbijartinê de bûye berbijarê sêyan û îdia kir ku wî ji dengên ku li ekranan tê nîşan dan zêdetir sitandiye û banga berdana wî kir.

Hevseroka HDP’ê diyar kir ku ‘’tevî hemî binpêkirinan’’, HDP’ê benda 10 ji sedê derbaz kiriye û got ku ‘’bi binpêkirinan keda me û dengên me hatin dizîn’’

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.