Encamên destpêkê yên hilbijartinên Tirkiyeyê diyar bûn.
Îro welatiyên Tirkiyeyê ji seat 8ê sibê çûn ser sendoqan û prosesa dengdanê jî heta seat 5ê êwarê dom kir.
Di hilbijartinên îro de hem Serokkomar û him jî parlementer hatin hilbijartin û li gor encamên destpêkê Receb Teyyib Erdogan weke Serokê Tirkiyeyê hatiye hilbijartin.
Herwiha di hilbijartinên parlementoyê de jî beruvajî hêviyên hikûmet û aliyên neteweperest yên Tirkiyeyê, HDPê jî karî berbesta seda 10 ya hilbijartinan derbas bike û bikeve parlementoyê û tê payîn HDP 60 heta 63 korsiyên parlementoyê bidest bixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin