Civata ewlekarî huşdarî dide

dibêje aramiya Kurdistanê li pêşiya her tiştekêye
کوردستان TV
100%

Dibêje rê nade aramiya Kurdistanê bibe qurbana berejwendiyên ti kes û aliyekê.

Îro civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku li gor amarên vê dawî ew demeke hijmara tawanan li bajar û bajarokên Kurdistanê zêde bûye û ew yek jî bûye cêyê dilgiraniya Kurdistaniyan.

Civata ewlekariya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de nivîsandiye: Em weke civata ewlekariyê bi hevkarî û hemahengiya aliyên têkildar, weke wezareta navxwe, pêşmerge û civatên ewlekarî yên parêzgehan û tevahiya saziyên ser bi civata ewlekariyê ve, dest bi cîhbicîh kirina tedbîrên pêwîst kiriye bo pêşî girtin ji wan bûyeran û rûbirû bûna ew kesên ku tawanan dikin û qanûnan bipê dikin.

Civat herwiha huşdariyeke tund jî daye ew kes û aliyan ku rê didin tawanbar û kesên ku kiriyarên ne qanûnî dikin, anjî wan vedişêrên û wan radestî dadgeh û aliyên ewlekarî nakin û nivîsandiye ku ew aliyên han bi wan kiriyarên xwe jî derfet bo wan kiriyarên neqanûnî xweş dikin.

Civata ewlekarî herwiha nivîsandiye ku emê welatiyên Kurdistanê piştrast dikin ku bi ti awayî rê nadin aramiya Kurdistanê bibe qurbaniya berejwendiyên ti kes û aliyekê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.