General Votel: Em ê ewlekariya Minbicê biparêzin

li gel rayedarên leşkerî civiya
کوردستان TV
100%

Jeneralekî payebilind Amerîkî ji bajarê Minbicê got ku ew ê li Minbicê bimînin û ewlekariya wê ji her xeteriyan biparêzin.

Şandeyek ji fermandarên Amerîkî ku di nav de Fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn Jeneral Joseph Votel û Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jean Rudd ji bo şopandinê hatin Minbicê. Endamên şandeyê li gel şandeyek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li nav bajarê geriyan.

Li gor nûçeyeke ajansa ANHA Joseph Votel ji welatiyan rewşa ewlehî ya bajar pirsî. Dukanderekî bersiva pirsa Joseph Votel da û got, "El-Hemdullah, Minbicê bi ewle ye, lê rastî gefan tên, armanc jê derxistina tevlihviyê ye û têkbirina ewlehiya bajar e, bi giştî rewş di nava bajar baş e û aram e."

Joseph Votel, ji şêniyan re diyar kir ku ku ew ê li Minbicê bin û wê ji her  xeteriyan biparêze..

Herdû di van kêliyan de li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê civînek ji çapemeniyê re girtî lidar xistine.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.