Parlementerê Partiya Yekitiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) Renate Sommer got ku “eger Erdogan bi ser keve pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropa bi dawî dibe.”
Li gorî nûçeya malpera Almanyayê Deutsche Welle endamê Komîsyona YE-Tirkiye Sommer destnîşan kiriye ku "di 24ê Hezîranê de eger Erdogan bê hilbijartin wê pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropa bi dawî dibe." Sommer got ku, di rewşekî wiha de Parlementoya Ewropa wê daxwaziya bidayîkirina muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyê re bike.
Renate Sommer di dewamiya axaftina xwe de wiha got: Erdogan tu carî Tirkiyê bi awayekî ciddî ji bo Yekitiya Ewropa nefikirî. Erdogan tenê ji bo pereyan bistîne dixwest muzakereyan bidomîne. Eger Erdogan vê îqtidara xwe ya bêhiqûq bidomîne, divê Tirkiyeyê ji Yekitiya Gumrukê jî bêderxistin.
Sputnik
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin