Balefirên Tirkiyeyê çiyayê Şekîfê bordiman kirin

balefirên Tirkiyeyê êrîşên xwe didomînin
کوردستان TV
100%

Êrîşên artêşa Tirkiyeyê bûne sedema dilgiraniya welatiyan.

Peyamnêrê Kurdistantv li devera Sîdekan ragihand ku îro careke din balefirên şer yên Tirkiyeyê êrîşî ser pêgehên pkkê li derdorê çiyayê Şekîf û derdorê kirine.

Peyamnêrê me diyar kir ku di çarçoveya bordimana han de çiyayê Şekîf, geliya mala mela û talistaniyan bi tundî hatine bordimankirin.

Her çend heta niha derbarê zirar û ziyanên êrîşên han de ti zaniyarî nehatine weşandin lêbelê şêniyên wan deveran bêzar bûne û daxwaza rawestandina êrîşên artêşa Tirkiyeyê û herwiha dûr ketina pkkê ji cêyên xelkê sivîl dikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.