PDK du dosye dike mijarên serekî

PDK bo ava kirina hikûmetê li ser du mijaran kar dike
کوردستان TV
100%

PDK bi giftûgo kirin li ser du mijaran beşdariya hikûmetê dike.

Berpirsê şaxê sê yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya li Kerkûkê, Dr, Mihemed Xorşîd di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantv re ragihand ku piştî bûyerên 16 Cotmehê heta niha asayîş û ewlekarî li Kerkûk û derdorê têk çûye û hêzên Îraqî jî nikarên ewlekariya Kerkûk û deverên derdorê Kerkûkê biparêzin.

Derbarê beşdarî kirin di danûstandinên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de jî Xorşîd diyar kir ku PDK li ser du dosyeyan kar dike û di çarçoveya giftûgo kirina wan du dosyeyan de beşdarî di prosesa ava kirina hikûmeta nû de dike.

Xorşîd anî ziman ku ev du dosye jî pêdana mafên Kurdistanê weke nevegerandina gemaroyan bo ser Kurdistan û balefirgehên Kurdistanê û dosyeya din jî mijara deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê ye bi taybetî Kerkûk ku weke remza wan deveran tê zanîn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.