Amerîkayê li ser sinûrê navbera Iraq û Sûriyê bi balafirên şêr êrîşeke giran biribû ser çekdarên Heşdî Şebiyê. Piştî wê re Amerîkayê eşkere kir ku bi moşekan jî 22 milîsên Heşdî Şebiyê kuştine. Heşdî Şebiya li Iraqê jî Amerîka tawanbar kir ku 22 milîsên wan kuştine.
Ji bo êrîşa li dijî Heşdî Şebiyê ku tê de 22 çekdarên wan hatibûne kuştin, Heşdî Şebiyê ji Amerîkayê daxuyaniyek xwest.
Heşdî Şebiyê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku Amerîkayê êrîşên hewayî birine ser Yekîneyên me yên 45 û 46an û bombebaraneke giran li ser wan kirine. Di van êrîşên Amerîkayê de 22 milîsên me hatine kuştin û 12 jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin