Li kempeke penaberan agir ber bû û çar kon bi temamî hatin şewtandin.
Di vê derbarê de birêveberatiya polîsê Zaxoyê daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku jiber bûyeteke agir pêketinê li kempa Keberto 1 ya li Zaxoyê çar konên penaberan bi temamî hatine şewtandin.
Li gor daxuyaniya polîsê Zaxoyê agir jiber kontakta elektirîkê ber bûye û ti zirareke canî li pey nebûye tenê çar konên penaberan bi temamî hatine şewtandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin