Serok Barzanî bi peyamekê serxweşî li kesûkarê Cebar Osman kir.
Serok Barzanî jiber can ji dest dana ciwanê Kurd yê ku dohê li Soranê bo ku jineke ereb ji mirinê rizgar bike canê xwe ji dest dabû peyameke sersaxî weşand ku ew jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedêyê bexşîner û mîhreban
Ez gelek xemgînim bi bihîstina nûçeya jiyana xwe ji destdana hemwelatiyê bi navê Cebar Osman ku ji bo rizgar kirina jiyana hemwelatiyekî geştyara ereb xwe kir qurban û di çemê Çomanê yê nêzîkî Bersîrîn xeniqî.
Ji ber vê jî serxweşiyê li malbat û kesûkarê wî ciwanê fedakar ê gelemê dikim. Jiyana xwe ji destdana wî ciwanî nimûneya ruhê mirovdostiyê û fedekariya mirovê kurd e. Ev bûyere kêm wêneyên wê yên wisa hene û nîşaneya aşkeraye bo çanda bilind a gelê Kurdistanê ya rêzgirtina li mêvan û alîkarbûna xelkê lêqewmî ye û sembola mirovsalariya kurd e.
Ji xwedêyê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî Cebar Osman bi biheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wî.
Mesûd Barzanî
18.06.2018
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin