Serok Barzanî û balyozê Amerîkayê behsa rewşa Îraqê kirin.
Îor li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Douglas Silliman û şandeke pê re kir.
Di civînê de balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Douglas Silliman jiber serkeftina lîsteya partiya demokrata Kurdistanê di hilbijartinên Îraqê de, pîrozbayî li Serok Barzanî kir û balkêşande ser rola Serok Barzanî li Kurdistan û prosesa siyasiya Îraqê bi taybetî qonaxa piştî hilbijartinan û tekez li ser vê yekê kir ku Amerîka dixwaze Kurdistan bihêz be û bibe xwedan roleke girîng û bi bandor di nava prosesa siyasiya Îraqê de.
Di beşeke din ya civîna han de her du alî nêrînên xwe yên der pare pêşhatên dawî yên siyasî, derketina hevkêşeyên nû li Îraqê û qonaxa piştî hilbijartin û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû diyar kirin.
Serok Barzanî di vê derbarê de diyar kir ku tişta bo Kurdistanê girînge û lazime aliyên din jî girêdayî vê bin, pêbend bûn bi sê prensîbên, hevparaî, teqafoq û hevseniyê di warên curbicur yên hikûmraniyê deye û lazime di sêya wan her sê prensîban de bi zelalî lihev kirin li ser tevahiya babetan û ava kirina hikûmetê were îmzekirin.
Derbarê hilbijartin û encamên hilbijartinan de jî Serok Barzanî ji şanda mêwan re diyar kir ku wan jî gelek têbînî li ser komîsyon û birêvebirina prosasa hilbijartin û destwerdan di encaman û sextekarî kirinê de heye.
Serok Barzanî herwiha got: PDK ti nunereke xwe di nava komîsyona hilbijartinên Îraqê de tuneye û bi zanebûn hijmareke gelek zêde ji dengên PDKê jî hatine şewtandin bi taybetî dengên nava kempan û dengên xuşik û birayên Êzidî û armanc ji şewtandina wan dengan jî ewe ku rê nedin PDK li parêzgeha Nînowayê bibe yekem ku di rastiyê de her yekeme.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku PDK bo nehêştina gomanan û herwiha parastina paqijiya prosesa hilbijartinan bi her tiştekê razî bûye vê ca çi dubare hijmartina dengan be, ya wenêrîn kirin bo wan dozan be ku hatine vekirin, lêbelê hewldan bo lîstin bi encamên hilbijartinan û hilweşandina dengên hêzên pêşmerge bi ti awayî nayê qebûlkirin jiber ku ew zilme li hêzên pêşmerge têkirin û mafê pêşmerge heye jiber ku berevanî ji welatê xwe kiriye mafê xwe bi ser her kese û aliyekê de heye, jiber çê û çima dibe bêyî ti sedemekê dengên hêzên pêşmerge jiber armancên siyasî werin hilweşandin?
Serok Barzanî got: Hewldan bo hilweşandina dengên hêzên pêşmerge îşareteke metirsîdare û hewldane bo hilweşandina pêşeroj û çarenivîsa Kurdistanê jiber vê çendê bi her awayî emê li hember vê biryara zalimane rawestin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin