Medya Koreya Bakur: Pyonyang dixwaze peywendiyeke nû bi Amerîka re çêke

civîna wan sibê destpê dike
کوردستان TV
100%

Medya dewletê ya Koreya Bakur, berî hilcivîna dîrokî ya Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dîyar kir ku ‘’Pyongyang dibe ku bi Amerîka re peywendiyeke nû çêke’’

Psporên siyasetê didin zanîn ku ew şirove nîşan dide ku Koreya Bakur polîtîkaya xwe ya dijî Amerîka bi awayekî girîng guherandiye.

Meyda Koreya Bakur bi giştî gotin û kirên Kim di wextê de raber nake û heta niha pir bi kinî qala hilcivînê kiriye.

Li gor şiroveya di rojnameya Rodong Sinmunê de, Kim bo Trump re bicive çûye Sîngaporê û ‘’bo pêwistiyên peyvajoyeke nû dê peywendîke nû çêke’’

Rojnameyê diyar kir ku bo aştiya Koreya Bakur dê danûstandinên kûr werin kirin û bi rêka dîyalogê peywendiyê ji berê çêtir bibin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.