Mesrûr Barzanî û balyozê Amerîkayê civiyan.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Douglas Silliman û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde amadebû, behsa pêşhatên dawî yên siyasî yên li Îraqê, helwesta aliyên nerazî yên li hember encamên hilbijartinan hate hate kirin û bal li ser hewldanên ava kirina mezintirîn frakisyonê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û yek rêziya aliyên Kurdistanî.
Di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa hewldanên aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û got: Hewildanên aliyên siyasî yên bo ava kirina hevpeymanî û lihev kirin li ser projeyeke yekgirtî berdewamin bo ku di prosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de bo dabîn kirin û bidest xistina daxwazên Kurdistanê roleke ektîf bilîzin.
Mesrûr Barzanî herwiha tekez li ser girîngiya prensîbên hevpariya rastîn, tewafoq û hevsengî kir û got: Bo me bernameya hikûmeta nû girînge ne kesê ku bibe Serokwezîr.
Di berdewamiya civîna han de behsa wan gomanên ku li ser encamên hilbijartinan hene hate kirin û her du alî tekez li ser hebûna mekanîzma qanûnî ya bo ji nav birina wan gomanan kir û biryara hilweşandina dengdana taybet ya li Kurdistanê jî bi binpê kirina mafên gelê Kurd û naedaletiyek ku derheq bi gelê Kurd hatiye kirin hate wesifkirin.
Di dawiya civînê de balyozê Amerîkayê yê li Îraqê tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê û berdewam bûna giftûgoyên navbera Kurdistan û Îraqê bo çareser kirina kêşeyên heyî li gor berejwendiyên giştî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin