Wezareta pêşmerge daxuyaniyek weşand
Wezareta pêşmerge îro daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku îro li Hewlêrê bi amadebûna wezîrê pêşmerge û hijmareke din ji rayedarên hêzên pêşmerge û nunerên hevpeymanan civîneke hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan de hate lidarxistin.
Li gor daxuyaniyê di civînê de behsa kar û çalakiyên hevbeş yên di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan de hate kirin û lêv û tevgerên DIŞIê yên li deverên curbicur yên Îraqê û yên li ser sînorên Îraq û Sûriyeyê hatin nirxandin û amarên bûyerên çend rojên bûrî li deverên curbicur yên Îraqê jî hatin eşkerekirin.
Her di civînê de wezîrê pêşmerge ji nunerê Kanadayê yê di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de pirsî ka gelo Kanada biryara vekêşana hêzên xwe daye an na?
Nunerê Kanadayê di bersifa wezîrê pêşmerge de diyar kiriye ku Kanada bi ti awayî biryara vekêşana hêzên xwe nedaye belku ev tişta ku hatiye gutin tenê derbarê cîh guhertina hêzên Kanadayê ye û ew hêzên han ji cîhekî bo cîheke din tên veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin