Esed: Welatên Rojavayî dixwazin hikûmeta me helweşînin

Esed dibêje tenê Rûsya hevkariya me kiriye
کوردستان TV
100%

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di daxuyaniyekê de diyar kir ku welatên Rojavayê bi armanca hilweşandina rejîma Sûriyeyê, şerê li dijî Sûriyeyê gerimtir dikin.

Esed ji rojnameya Mail re got welatên Rojavayî lid or bikar anîna çekên kîmiyayî derewan dikin û piştgîriya terorîstan jî dikin lêbelê tenê Rûsya li dijî terorîstan û destwerdanên derve piştgîriya rejîma Sûriyeyê dike.

 Esed di beşeke din ji axaftinên xwe de raportên vê dawiyê red kirin, ku dibêjin Îsraîlê êrîşên esmanî li Sûriyê bi hevrêziyeka nehênî ya li gel Rûsya pêkanîn.

Esed red kir ku behsa xwekandîdkirina Serokatiyê bo cara sêyem bike û got gotûbêja di vê derbarê de hîn zû ye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.