Şêwirmendê civata ewlekarî pêşwaziya balyozê Romanyayê yê li Îraqê kir.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Romanyayê yê li Bexdayê Ayakub Brada û şandeke pê re kir.
Di civînê de rewşa siyasî ya Îraqê, encamên hilbijartinan û hewlên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên bingehîn û mekanîzima avedan kirina Îraqeke aram û geşe kirî hate nîqaşkirin.
Derbarê encamên hilbijartinan de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku kêşeyên Îraqê ji encamên hilbijartinan mezintirin û got: Me weke Kurdistan ti kêşeyek li ser bidest hijmartina dengan nîne û di destpêkê de jî me ew yek ragihandibû, lê kêşe, kêşeya hilweşandina dengdana taybete li Kurdistanê, ew yek binpê kirineke gelek mezine li hember mafê dengdanê.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Bi Eqiliyeta xwe ferizkirin û red kirin û qebûl nekirina mafên tevhiya pêkhateyan Îraqê aram û serkeftî nabe.
Derbarê rol û mercên Kurdistanê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan vetoya xwe li ser ti hevpeymanî, anjî kesekê tuneye, kê, kî, amadebe bernameya Kurdistanê ya bo cîhbicîh kirina destûrê weke yek pakêc bicîh bîne vê Kurdistan piştgîriya vê, vî, bike.
Di dawiya civînê de balyozê Romanyayê jî bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Romanyayê bi girîng wesif kir û ragihand ku nabe bo Îraqeke aram û geşe kirî rola Kurdistanê were jibîrkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin