Şandeya Koalîsyonê destekedayîna xwe ji Minbicê re dubare kir

şanda hevpeymaniya navnetewî serdana Minbicê kir
کوردستان TV
100%

Şandeya Koalîsyona Navdewletîya li dijî DIŞIê ya ku serdana Minbicê kir ku tekez kir ku ewê alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bike û wê heta dawî li gorî soza xwe bin. Şandeyê da zanîn ku ewê heta dawî parastina ewelkariya Minbicê bikin.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh pêşwaziya Şandeya Koalîsyona Navdewletîya li dijî DIŞIê kirin. Şande bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî ya bajarê Minbicê ji hemû aliyan de her wiha ji bo nîqaşkirina itîfaqa ku dezgehên çapemeniya Tiriyê behsa wê dikin, serdana Minbicê kirin. Civîn Ii hola civînan a navenda Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate lidarxistin.

Şandeya Kaolîsyona Navdewletî ji General James Grad, Captain Will, Sefîrê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amarîka li Erebistana Siûdiyê William Roubak pêk dihat. Hevserokê Komîtya Hindirîn a Minbicê Ebd Mustefa û Hevserokê Komîteya Têkiliyên Civakî Adil Ebdulselam jî bi şandeyê re li nava kolanên Minbicê geriyan. Paşê bi rêveberiya Minbicê re civiyan.

Fermandrê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil, Cîgirê wî Şêx Îbrahîm Benawî, Ebû Elî Necim, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û hejmareke ji fermandarên meclîsê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de nîqaş li ser rewşa dawî ya Efrînê, gotegotin dezgehên çapemeniya Tirkiyê derbarî lihevkirinên di navber Tirkiyê û Emerîka de hatin kirin. Her wiha gelek tiştên girêdayî rewşa Minbicê hatin zelalkirin û têkiliyên bi armanca desteke dayîna ji ewle û aramiya bajêr re hatin nîqaş kirin.

Ji aliyê xwe ve Ceneral Cerard tekez kir ku ewê heta dawiyê alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikin û wê heta dawiyê li gorî sozê xwe bin û wê kooalîsyon heta dawiyê li bajêr karê xwe bidomîne û parastina ewlehî û aramiya herêmê bike.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.