Serok Barzanî pêşwaziya Nicmedîn Kerîm kir

behsa biryara dadgehê jî hate kirin
کوردستان TV
100%

 

Rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hat nirxandin.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya parêzgarê yasayî yê Kerkûkê Dr.Nicmedîn Kerîm kir.

Di civînê de li ser rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û kêşeyên siyasî yên piştî hilbijartinên parlementoya Îraqê giftûgo hate kirin û pêşhatên dawî û helwestên aliyên siyasî yên Îraqê yên derbarê pêşeroja Îraqê de hatin nirxandin.

Di civînê de besha biryara dadgeha Kerkûkê ya bo girtina Dr. Nicmedîn Kerîm jî hate kirin û di vê derbarê de hate gotin ku eşkere bû ew dadwerê ku biryara destgîr kirina Serokê civata parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî dabû, her heman dadwer biryara destgîr kirina Nicmedîn Kerîm jî daye û ew yek jî bi fîtê xiyanetkarên 16ê Cotmehê bûye û dirêjiya heman xiyanetê ye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.