Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis, ser vekişîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê û lihevkirina Washington û Enqerê axifî.
Mattis dema diçû civîna wezîrên berevanî yên NATO ya li Brukselê, di firokê de pirsên rojnamevanan bersîvandin.
Mattis diyar kir ku bo ‘’berjewendiyên rêwa yên Tirkiyê’’ divê ew rêyekê bibînin, lê nikarin Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengiya wê dike, ‘’bi aliyekî de gêr kin’’
Mattis da zanîn ku yekane rêxistina ku li erdê Dewleta Îslamî (DIŞI) têk bir HSD ye û got jiber ku DIŞI hîn bi temamî neqedîyaye, operasyonên dijî wê ‘’krîtîk’’ in.
Ser pirsa ‘’Amerîka dê him bi Tirkiye û him jî bi HSD’ê re hevkarîyê bidomîne yan na?’’, Mattis got ku ‘’Ew mijareke tevlîhev e. Ji nav qadên cengên yên min dîtine, ya herî tevlîhev ew e’’
Mattis diyar kir ku ew ji alîyekî ve dixwzin fikarên Tirkîyê nehêlin û ji aliyekî ve jî hewil didin ku DIŞI’ê têk bibin û ew jî ‘’karekî gelekî zor e’’.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin