Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya televîzyonên li Rûsyayê di bernameya Xeta Yekser a weşana zindî de bersivê dide pirsên gel. Ji sala 2001ê û vir ve her sal bernameya Xeta Yekser ji aliyê Putin ve tê amadekirin û hat diyarkirin ku ji bo bernameya îsal milyonek û 400 hezar pirs gihîştine ber navendên bangewaziyê.
Gava îsal li wan pirsen ji bo beranameyê were nêrîn, tê dîtin ku piraniya pirsan derbarê polîtîkaya navxweyî, aborî û pirsgirêkên civakî de ne. Hinek ji wan pirsan wisa ne: Gelo serokê Rûsyayê dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re plana hevdîtinê dike an na; dipê ku di demeke nêzîk de peywendiyên ligel welatên rojava baş bibe; Ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên li Rûsyayê çi plan dike û sedemên bihabûna nirxê petrole çi ne.
Herwisa ev bernameyeke yekem e ku piştî hilbijartinên meha adarê yên ku Putin têde cara çarem bû serokê Rûsyayê, tê lidarxistin. Serokê Rûsyayê di bernameya sala borî de bi qasî 4 saetan li ser bernameya zindî bû û di wê bernameyê de bersiva 70 pirsan dabû.
Sputnik
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin