Ewrûpa ji Amerîkayê dixwaze kompaniyên li Îranê ceza neke

welatên Ewrûpî daxwazek pêşkêşî Amerîka dikin
کوردستان TV
100%

Aliyên Ewrûpî yên rêketina navokî ya bi Îranê re, di nameyekê de ji Amerîkayê re radigihînin ku ewê bi pêgirî peymana îmzakirî biparêzin.

Almanya, Fransa û Brîtanya di nameya 4’ê Hezîranê de daxwaz ji Amerîka dikin ku kompanîyên Ewrûpî, ku niha li Îranê aktîf in, li dervayê çarçoveya toleyên Amerîkî yên dijî Îranê bihêle.

Her sê dewlet ji Amerîka xwest ku kompanîyên kui di warê dermançêkirinê, saxlemî, enerjî, otomotîv, esmangerîya sîvîl, binsazî û bankevanî de dixebitin, nebin armanca cezayên Amerîkî.

wezîrên derive û yên darayî, ligel dîplomatên payabilind yên Yekîtiya Ewrûpî di nameya behskirî de got. “Vekişîna Îranê ji peymana navokjî wê kêşeyên heyî li herêma kêşebar xirabtir bike û encamên malwêranker bi xwe re bîne,”

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.