Komîsyon dibêje heta niha 15 aliyan navên xwe nivîsandine.
Komîsyona bilind ya hilbijardin û rapirsiyan ya Kurdistanî îro belav kir ku di çarçoveya dembengiya komîsyonê de ya bo nivîsandina navên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê yên ku beşdariya hilbijartinên 31ê Îlonê dikin, heta niha 15 part û alî navên xwe li cem komîsyonên nivîsandine.
Komîsyon herwiha diyar kiriye ku amadekariyên wan bo hilbijartinên 31ê Îlonê didomin û roja pêncşemê 7ê Hezîranê jî roja dawî ya dema navnivîsandinê ye bo part û aliyên siyasî.
Di beşeke din ya daxuyaniya komîsyonê de hatiye nivîsandin ku vê roja 7ê hezîranê navên tevahiya wan part û aliyan ku navên xwe nivîsandine ji raya giştî re werin eşkere kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin