Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje 11 bingehên wan yên leşkerî hene.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim eşkere kir, ku 11 bingehên serbazî yên Tirkiyê li nav Iraqê hene û ew dixwazin hejmara serbazên xwe li wî welatî zêde bikin.
Li gorî nûçeyeke rojnameya Hurriyet ya Tirkî, Serokwezîrê Tirkiyê gotiye: "Emê hêzên xwe yên serbazî li Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) du qatan ji berê zêdetir bikin û 11 bingehên me yên serbazî hene. Armanca me ew e, ku em gefa "terorê" ji sînorên xwe dûr bikin".
Di nûçeya wê rojnameyê de hatiye: "Enqera dixwaze li gel Bexdayê rêketinekê bike û bi hev re operasyonekê li dijî PKKê bikin".
Derbarê sînorên Tirkiyê li gel wan navçeyên ku niha di destê YPG û PKKê de ne li Rojava û Başûrê Kurdistanê, Yildirim got: "Niha 250 Km ji sînoran hatine parastin, lê hîn pirsgirêkên me li gel 1000 Km din hene".
Êrîşên Tirkiyê li ser axa Herêma Kurdistanê bi bihaneya hebûna PKKê, karvedanên cuda li cem xelkê Kurdistanê li pey xwe tînin û Hikûmeta Iraqê jî, bêdengî hilbijartiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin