Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Fransayê li Îraqê Bruno Aubert û şandeya pê re kir.
Di civînekê de ku, Dominique Mas Konsulê giştiyê Fransay li Herêma Kurdistanê amade bû, Balyozê Fransayê serkeftina pirosesa hilbijartina parlamentoya Îraqê, li Îraqê bi giştî û li Herêma Kurdistanê bi taybetî pîroz kir û behsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqa Federal kir.
Balyozê Fransayê bi giring zanî ku aliyên kurdistanî bi yekgirtî digel Bexdayê danûstandina bikin û bi awyekî ektîv di beşdariya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de rol hebin. Herwiha, danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina prêsgirêkên navbera her du aliyan bi rêya diyalogê bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya rol û piştevaniya Fransa û Serokê vi welatî ji bo pêşxistina têkeliyên Frans digel Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser pirosesa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir ku ji encama vê diyalogê beşek ji pirêsgirêkên navbera her du aliyan hatine çareser kirin û got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze li ser xebatên xwe yên ji bona çareserkirina tev arîşeyan bi Îraqê re bedewam be.
Serokwezîr diyar kir ku aliyên kurdistanî dixebitin ku bi yekdengî li Bexdayê beşdariyê di pirosesa siyaiya Îraqê bikin û roleke ektîv di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de hebin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin