Li gor jêderên taybet yên li herêmê, artêşa Amerîkayê hijmareke leşker û topxaneyên xwe şandiye çiyayê Şingalê.
Li gor wan jêderan, ev leşker û topxaneyên Amerîkayê li devera Çil Mêra ya li Çiyayê Şingalê hatiye bicîhkirin.
Ew cêyê ku artêşa Amerîkayê hêzên xwe têde bicîh kiriye heman ev cêye ku di dema xwe de Sedam ji wir êrîşî ser Îsraîlê kiribû.
Ji aliyeke din ve jî şêniyên vê deverê daxwaz dikin li gel wan hêzên Amerîkayê, hijmarek hêzên pêşmerge jî werin bicîhkirin.
.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin