Artêşa Tirkiyê rehimê bi şiwanan jî nekir

bi qasî du seatan eşkence li wan kiriye
کوردستان TV
100%

Leşkerên Tirkiyeyê bi tundî eşkence li şiwanan kiriye.

Li gor nûçeyeke ajansa  Mezopotamyayê li devera Şemzînanê  artêşa Tirk du şiwanên ku rojî bûne deste ser kiriye û bi qasî du seatan eşkence li wan kiriye.

Ew du şiwanên han di dema çirandina sewalên xwe de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine girtin û eşkence li wan hatiye kirin û jiber tundiya eşkenceyê ew her du şiwan ku navên wan Nasir Taş û Ramazan Aktaşe ji hişê xwe çûne û piştî demekî ji aliyê şêniyên deverê ve hatine dîtin.

Ye ji wan şiwanan bi nave Nasir Taş ji  ajansa Mezopotamyayê re gotiye:  Dema me pezê xwe diçêrand grûbeke leşkeran ku 8 kesan pêk dihat nêzîkî min bûn û pirsên ‘ka PKKeyî li kur in, we ew dîtin, kî alîkariya wan dike?' pirsîn. Min jî got em hê nû hatine, me kes nediye û em pezê xwe diçêrînin. Hê peyva me di devê min de bi dipçîkan êrişî min kirin û li min dan. Darê destê mi derxistin û paşî bi wî li min dan."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.