Wezareta berevaniya Amerîkayê bi tundî hişiyarî da Beşar Esed.
Piştî ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di hevpeyînekê de li gel çapemeniya Rûsyayê diyar kiribû ku deriyê diyalogê bo HSDê vekiriye û vê bi her rêyek be deverên ji destê HSDê ji wan bistîne û bixe destê xwe, hem HSD û him jî wezareta berevaniya Amerîkayê bersifa Esed dan.
HSDê diyar kir ku bikar anîna rêyên leşkerî li dijî me ti fêdeya xwe bo Esed nabe.
Ji aliyeke din ve jî wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku bi Pentagonê tê nasîn li ser gotinê Esed yên derheqê HSDê hate deng û bi tundî Beşar Esed agehdar kir.
Berdevkê Sererkaniya Amerîka Kenneth McKenzie di preskonferansekê de got ku "Divê hemî aliyên li Sûriyê bizanibin ku êrîşeke dijî Amerîka yan hevalbendên wê ewê siyaseteke xirab be."
Berdevkê Pentagonê Dana White, li dû preskonferansa McKenzie diyar kir ku Amerîka naxwaze ku tevlî şerê navxweyî yê li Sûriyê bibe.
White da zanîn ku Amerîka bi HSD'ê re li cîhên ku ew dijî DIŞI şer dike, hevkariyê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin