Serok Barzanî û Cemal Kerbolî civiyan

behsa hewldanên ava kirina hikûmetê kirin
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî û Serokê hevpeymaniya hêzên Îraqî behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro li Selahedînê Serok Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya hêzên Îraqî Cemal Kebolî û şandeke pê re civiya.

Di civînê de Cemal Kerbolî spasiya gelê Kurdistan û Serok Barzanî kir ku di nava çend salên derbasbûyî de bi sedan hezar awareyên Ereb li Kurdistanê de hewandine û rola Serok Barzanî ya di vê derbarê de bi roleke gelek girîng wesif kir.

Di civînê de Serok Barzanî û Kerbolî behsa pêşhatên nava prosesa siyasiya Îraq û qonaxa piştî hilbijartinên Îraqê kirin û balkêşandine ser hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û tekez li ser prensîba hevpariya rastîn di nava prosesa siyasî ya Îraqa pêşerojê kirin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.