Hevserokê HDPê yê berê û Namzedê HDPê yê Serokkomariya Tirkiyê Selahedîn Demirtaş pirsên kanala Fox Tvya Tirkiyê bersivandin. Jiber ku komîsyona hilbijartinan rê nedabû Demîrtaş bi rêya telefûnê biaxeve, nav hatî bi awayekî nivîskî bersifa wan pirsan daye û gotiye di dema lêdana xendekan de dibaya em li dijî xendekan rawestabana.
Demirtaş di derbarê pêvajoya xendekan de daxuyaniyên girîng dan û got: Ji bo ku xendek werin girtin divê me zêde israr kiribana, divê em hinekî dî jî bi cesaret bana. Di vê mijarê de me piştgiriya raya giştî jî baş bi dest nexist. Belkî jî hêza me têrê nekir.
Di derbarê PKKê de jî Demirtaş got ku heke pêwendiya me bi PKKê re hebana, min ê bi eşkeryî gotibana. Ez di vê mijarê de ji tiştekî natirsim. Em ji berê de li dijî çek û sîlehan e, em rêya demokratîk tercîh dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin