Behsa encamên hilbijartinên Îraqê kir.
Îro bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, civata wezîran ya Kurdistanê civiya.
Di civînê de behsa çend babet û mijaran hate kirin û biryar hate dayîn ku hefteya pêşiya me dubare dest bi dabeş kirina mûçeyan were kirin.
Di civîna civata wezîran de behsa encamên hilbijartinên Îraqê, hewldanên part û aliyên siyasî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, helwesta aliyên Kurdistanî ya li hember pîwerên ava kirina hikûmeta nû hate kirin.
Her di civînê de behsa hilbijartinên Kurdistanê û amadekariyên heyî bo hilbijartinên Kurdistanê jî hate kirin.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa abûriya Kurdistanê jî hate kirin û wezîrê darayî jî raportek pêşkêşî civînê kir û anî ziman ku hefteya pêşiya me vê mûçeyên meha Adarê werin dabeşkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin