Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje ku ger Amerîka nehêle ew firokên F-35 bikire, hîngê ewê ji cîhên din wan firokana bikirin.
Ajansa Reuters ji zarê Çavuşoglu radigihîne ku ew geşbîn e ku Amerîka rê li ber kirîna F-35 veke. Me rêketineke berfireh girêdaye û hin dirav bo kirîna firokan dane. Rêketin ne tenê bo kirîna firokan e, lê bona çêkirina wan ya bi awayekî hevbeş e.”
Tirkiye plan dike ku pirtir ji 100 jetên şerker yên F-35 bikire û Pentagonê sala borî $3.7 mîlyar dabû kompanya Lockheed ku bo kirîyarên ne Amerîkî, 50 firok ava bike.
Tirkiye ku endama NATO ye, bi biryara kirîna sîstema berevanî ya S-400 ji Rûsya û bi zindankirina qeşeyê Andrew Brunson Amerîkî, bûye armanca rexneyên tund yên Washingtonê.
Civata Senatoran ya Amerîka hefteya borî bernivîsa sîyaseta berevanî ya bi buhayê $716 qebûl kiribû. Senatoran gotibû ku divê destûr neyê dayîn ku Tirkîye ji Lockheed firokan bikire, bi sedema rewşa Brunson û rêketina kirîna sîstema mûşekan ji Rûsya.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin