Behsa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û rola Kurdistanê kirin.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê John Wilkes kir.
Di civînê de balyozê Brîtanyayê tekez li ser berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kir û bo dabîn kirina aramî û pêşî girtin ji dubare serhildana terorê daxwaz kir ku hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî berdewam be.
Her di civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê ya beriya hilbijartinan û piştî hilbijartinan û prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û rola Kurdistanê jî hate kirin.
Derbarê prosesa siyasî ya Îraqê û danûstandinên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê Serok Barzanî diyar kir ku tişta ku bo Kurdistanê girînge, bingehên şeraket û hevpariya rastîne di prosesa biryar dayînê, hevparî li desthilata qanûngozariyê û tevazin û hevsengî di warê abûrî, leşkerî, siyasî û ewlekariya welat de.
Serok Barzanî diyar kir ku danana mekanîzmek bo gerentî kirin ew her sê bingehên han di prosesa siyasiya Îraqê de gelek girînge.
John Wilkes jî tekez li ser vê yekê kir ku Brîtanya û civaka cîhanî jî piştgîriya vê yekê dike ku destûra bingehîn bi awayekî ku xizmeta rewşa ewlekarî û abûriya welat bike were cîhbicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin