PDK bo hilbijartinên Kurdistanê 100 berbijêr amade kiriye

berbijêr li gor pêgeha civakî tên dabeşkirin
کوردستان TV
100%

Berpirsê dezgeha hilbijartinan ya PDKê Xesro Goran dibêje, li gorî rêjeya kursiyan serokomariya Iraqê pişka PDKê ye.

PDKê îro navê xwe bo hilbijartinên 30 Îlonê yên Kurdistanê tomar kir. Piştî tomarkirinê, berpirsê dezgeha hilbijartinan ya PDKê Xesro Goran bersiva pirsên rojnamevanan da.

Xesro Goran li ser hilbijartinên Kurdistanê got, emê 100 kesan wek kandîd nîşan bidin. Dora berê 38 kursiyên me li parlamentoya Kurdistanê hebûn. Bi texmîna me di hilbijartinên îsal de kursiyên me dê zêde bibin.

Li ser sextekarî di hilbijartinên Iraqê de û bi dest jimartina dengan jî Xesro Goran got, em jî mexdûrê wê sextekariyê ne. Ji ber wê jî eger biryar hat dayîn deng bi dest bên jimartin, em amade ne dengên xwe bidin jimartin.

Li ser kursiya serokomariya Iraqê jî, wî rayedarê PDKê got, li gorî rêjeya kursiyan kursiya serokomariyê pişka PDKê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.