‌PDK daxuyaniyek weşand

dibêje me jî goman li ser encamên hilbijartinan heye
کوردستان TV
100%

 

Peyvdarê PDKê derbarê encamên hilbijartinan de daxuyaniyek weşand.

Piştî zêdebûna alozî û nakokiyên part û aliyên siyasî yên Îraqê ên li ser dubare jimartin anjî betalkirina dengên hilbijartinên Îraqê, îro Peyvdarê DPKê Mehmûd Mihemed jî daxuyaniyek weşand û nêrîna PDKê li ser vê mijarê bo raya giştî eşkere kir.

Mehmûd Mihemed dibêje em jî weke aliyên din xwedan şik û gomanin li ser encamên hilbijartinan û li gor me zilmeke mezin li PDKê jî hatiye kirin lewre em daxwaz ji komisyon û aliyên têkildar dikin ku di vê mijarê de li gor rêçik û zagonan tev bigerin.

Di beşeke din ya daxuyaniha han de hatiye nivîsandin ku her biryarek ku bo dubare hijmartina dengan û ji nav birina gomanan li ser esasê destûrê were derkirin , em pê razîne û bi pêngaveke baş dibînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.