Parêzerên Demîrtaş serî li dadgeha destûra bingehîn dan

mimkune dadgeha destûrê biryara azad kirina demîrtaş bide
کوردستان TV
100%

Parêzerên berbijarê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, ku li Hepsa Edîrne girtî ye, bo berdana wî serî li Dadgeha destûra bingehîn dan.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi bîr xist ku Demîrtaş 18 meh in di girtîgehê de ye û da zanîn ku divê hemî berbijarên serokomarîyê di şertên wekhev de propangandayên xwe bikin.

Temellî got: Em dixwazin ku berbijar ji gel re bernameyên xwe bibêjin û ti neheqî li mafên hilbijartinê nebe. Bo berdana Demîrtaş me serî li dadgehê da lê red kirin, niha jî em diçin Dadgeha Qanûna Bingehîn.

Ji alîyê din ve Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen dîyar kir ku bo Demîrtaş ji girtîgehê mafê xwe yê propagandayê bikar bîne, wan serî li Wezareta Dadê daye.

HDP dixwaze ku Demîrtaş, mafê xwe yê axaftina bi telefonê, ku di hefteyekê de 10 deqîqe ne, di weşana zindî ya televîzyonê de bikar bîne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.