Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand, eger Parlamentoya Kurdistanê projeyasaya çaksaziyê cîbicî bike ev yek dê bibe sedema vegera xerceke zêde û herwiha bi vî awayî dê bi vî awayî bikarin sîstema paşkefta meaşan jî were başkirin.
Li gorî nûçeya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand: “Me weke hikûmet projeyasaya jimare 9 a sala 2014ê ji parlamentoyê re şand. Di projeyasayê de tê gotin, ku ew kesên ji 15 salan kêmtir xizmet kiribin an jî temenên wan ji 50 salî kêmtir bin bila malnişîn nebin. Ev made pir dadperwerî ye. Niha em daxwaz dikin ev yasa were pesendkirin û kar bi vî yasayî were birêvebirin. Herwiha ew kesên ji meaşên xwe zêdetir werdigrin ku li gorî yasayan nehatine rêkxistin, ji nû ve werin sererastkirin.”
Rêbaz Hemlan got: “Di wê prrojeyasaya çaksaziyê de behsa mûçe, dermale, bexşîn û îmtiyazên din hatiye kirin. Ji bo her fermanberekî dê hejmareke bankayê were vekirin û îmtiyazên ku di madeyê de hatine destnîşankirin dê ji bo fermanberan bixin ser hejmarên wan ên bankeyê, ku dikarin ji bo gelek karên din jî werin bikaranîn. Bi taybetî ji bo peywendiyên di navbera hikûmet û mûçexuran de.”
Derbarê biryara ragirtina beşek ji mûçeyên fermanberên pilebilind û çawaniya qerebûkirina wan de Rêbaz Hemlan da xuyakirin, ku heta bûdceya hikûmeta Herêma Kurdistanê neyê pesendkirin destkarî lê nayê kirin. Lê çi dema bûdce were pesendkirin hingî dê mûçeyên wan jî asayî be û qerebûkirina wan li gorî yasa û biryaran be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin