Yekîtiya Ewrûpayê biryar da ku dema gemaroyên ser Sûriyê saleke dinê jî dirêj bike.
Konseya YE diyar kir ku jiber rewşa Sûriyeyê biryar hatiye dayîn daku gemaroyên ser vê welatî heta sala 2019an werin dirêjkirin.
Biryar YE, bi sedema ku rejîma Sûriyê zorê dide ser sîvîlan hatiye dayîn. Navên rêxistin û kesayetiyên di lîsta berê de hebûn, car din hemû hatine nûkirin. Di nava wan de 67 rêxistinên layangirê Beşer Esed û 259 kesayetî hene ku heyiyên wan hatine rawestandin û qedexeya seyahetê bo wan hatiye danîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin