Jiber damezrandina hikûmeta demkî vê hilbijartin were kirin.
Piştî ku Serokê Îtalya Sergio Mattarella kesek bi navê Carlo Cottarelli bo ava kirina hikûmeta demkî li vê welatî erkdar kir, li Îtalyayê jî amadekariyên hilbijartinan destpê kirin.
Biryara erkdarkirina Cottarelli bo avakirina hikûmeteke demkî welêt careke din dibe hilbijartinên ku çaverê ye li ser rola Îtalya ya di nav Yekîtiya Ewrûpa de pêk were.
Partiya Pênc Stêrk û hevalendên wê ji meha Adarê vi ve hewil didan ku hikûmeteke koalîsyonê damêzrînin, lê wan dest ji wê yekê berdabû piştî ku Mattarella rê li ber wan girtibû.
Mattarella berbijarê Partiya Pênc Stêrk ya bo wezareta aborî, bi sedema dijberiya Yekîtiya Ewrûpa veto kiribû û bûbû armanca rexneyên tund ya wê partîyê û partîya rastger ya tundrê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin